Di şeva kudetayê de êrîş li penaberên Sûriyê hat kirin

Ew dixwazin ku wek herkesî wek însanan li paytexta Tirkiyê jiyaneke asayî bijîn, bê problem û şer û pevçûn.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Roja hewla darbeya leşkerî li Enqerê ji aliyê komeke xwepêşandêr ve li hemberî penaberên Sûriyeyî êrîşekhate kirin. Penaberên li wê taxê ew êrîşa wê şevê şîrove kirin ku di heman demê de ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve hatiye veşartin û polîsan jî çavê xwe lê girtiye.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê li Gazî Emira navçeya Mamakê şeva 15ê Tîrmehê ya hewla darbeya leşkerî komeke ku ji sed kesî pêk tê êrîş biriye ser penaberên Sûriyeyî. Di encama vê êrîşê de nêzîkî 300 dikanên penaberan hatine hilweşandin. Hinek jê jî hatine şewitandin. Li gorî penaberan, ev êrîşa ku ji aliyê komeke xwepêşandêr ya Tirk ve pêk hatiye ji çapemeniyê hatiye veşartin û polîsan jî çavê xwe li vê bûyerê girtiye. Yek welatiyê Tirk ku xwestiye li hember êrîşê raweste jî ji aliyê wê komê ve bi dar û beran lêdan xwariye û birindar ketiye.

Penaberekî Kurd wiha dibêje:"Paceyên dikana min şikenandin, pere û kompîtûra min dizîn. Min giliyê wan kir ji polîs û qeymeqam re lê encam derneket. Em ji şer reviyan beyî ku bitirsin dixwazin li vî welatî bijîn."

"Ji bo ku em ji Erdogan hez dikin erîşî me kirin. Wek darbekaran bûn ew kes. Biqasî 5 hezar dolarî tutina ku li dikana min bû hemû dizîn. Em çûn gilî bikin polîsan gotinên nebaş gotin ji me re."

Penaber diyar dikin ku wê şevê li dora 15 wesayîtên polîsan hatine taxa ku ew lê dimînin. Lê mudaxeleyî wê koma ku êrîş biriye ser wan nekirine. Li gorî îdiaya penaberan polîsan di anonsên xwe de gotiye; eleqeya xwe ji wesayîtan neyînin berê xwe bidin dikanan. Herwiha penaberan îdia kir ku wê şevê demançeyên wan kesên ku êrîşî wan kiriye hebûne û dema bi wesayîtan derbasbûne nîşanî wan dane.

"Beriya Enqerê ez li Hatayê bûn. Ez li vir bûme şahidê wê yekê ku hemû camên dikanên hevalên me hatin hilweşandin. Em dixwzin di nava aramiyê de bijîn."

Penaberên ku beramberî vê êrîşa hovane mane diyar dikin ku piştî bûyerê bi rojekê Qeymeqamê navçeyê tê cihê bûyerê û ji wan re dibêje; dikanên xwe vekin, li welatê we jî darbe çêbûbû, li walatê me jî bû, car caran bûyerên ku bi vî rengî ji kontrolê derdikevin çêdibin divê mirov zêde mezin neke.

"Di şeva darbeyê de, serpêhatiyên li Sûriyê hatin bîra min. Gava firoke li ser me derbas bûn, ez gelekî tirsiyam. Ew tiştên li Sûriyê diqewimîn hate bîra min."

Penaberên ku li navenda bajêr ya paytexta Tirkiyê Enqerê, beramberî bûyerek bi vî awayî mane ji rayedarên dewletê diwazin ku heqê zirara dikanên wan bê dayîn. Herwiha dixwazin ku pêşî li bûyerên êrîşkar ên li dij Sûriyan jî bê girtin. Ew dixwazin ku wek herkesî wek însanan li paytexta Tirkiyê jiyaneke asayî bijîn, bê problem û şer û pevçûn.