Amerîka: Şerê li Helebê bilez dawî nabe

Her ku dema şer dirêj dibe rêjeya dorpêçkirina welatiyên sivîl wê zêde bibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Simansa Bawer ragehand ku, şerê bajarê Helebê wê ne bi lez be, opozîsyon jî dibêje ku demeke kurt jê re maye.

Derbarê vê yekê Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Simansa Bawer di gotarekê de tekez kir ku, her ku dema şer dirêj dibe rêjeya dorpêçkirina welatiyên sivîl wê zêde bibe, da zanîn ku tenê sivîl dibin qurban.

Bawer aşkere kir ku, şerê bajarê Helebê d demeke nêzîk de bi dawî nayê, diyar kir ku tevî ku her yek ji rejîmê hêzeke zêde li wî bajarî bicih kiriye, lê her du alî nikarin serkeftineke bilez bidest bixin.

Berî niha opozîsyona Sûriyê li ser zarê Serokê Itîlafa wê Enes El-Ebde ragehandibû ku, şerê li bajarê Helebê babeteke demkî ye û ewê bi nêzîktirîn dem bi dawî were.