Daxwaza agirbesteke bilez li Helebê tê kirin

Bo çaksaziya torên Av û Kehrebê û gihandina alîkariyan.

K24-Navenda Nûçeyan

 Nûnerên Neteweyên Yekbûyî daxwaza agirbesteke bilez li bajarê Helebê dike, tê de çaksaziya torên kehreb û avê li bajrê bike ku, ji encama şer gelek ziyan gihane wan.

Derbarê vê yekê de, her du hevrêzên Neteweyên Yekbûyî Yaqûb Hîlo û Kîvin Kinîdî tekez kirin ku du milyon kes li Helebê bê av û kehreb dijîn. Herwiha daxwaz ji neteweyên Yekbûyî kirin ku, agirbesteke bilez were ragehandin, tê de çaksaziya torên av û kehrebê bên kirin.

Herwiha da zanîn ku, heftyane pêwestiya wan bi 48 demjmêrên agirbestê hene, da ku alîkarî bigihin welatiyên sivîl. Aşkere kirin jî, ku rêgirtin ji alîkariyan re bo welatiyên sivîl tawaneke mirovî ye.