Rûhanî: Heke Îran neb, Bexda û Hewlêr dikevt dest Daişê
K24-Hewlêr
Hesen Rûhanî, serok Komar a Îranê di kombûnekê de li gel hijmarek a kesatî yên olî yên Azerbaycanê, ragehand: Di dem ahêriş a Daişê de, heke komar a Îslamî ya îranê neba, Bexda û Hewlêr da kevin dest troristan.
Rûhanî got jî: Wî roj ê dem a Me li Îraqê dîtî, tîroristan divên dest bi ser bajar ên Îraqê da bigirin û metirsî bixin ser Bexdayê, Komar a Îslamî ya Îranê çû harî wan kir.
Got jî: Îran çû û nehêla Bexda bikeve dest tîroristan.
Herweha got: Îran nehêla Hewlêr bikeve dest tîroristan. Li her direkê ku Mûsilman kevtibin jêr gef ên tîrorê em çûyîne harî wan bikîn û evro jî bi erk ê xwe dizanîn cîhan a Îslamê ku hevrûşî evê arîşeyê bûye, ji arîşeyê rizgar bikîn.