Zanîngeha Rojava amadekariyên sala nû ya xwendinê dike

Li gorî komîteya amadekar hejmara mamosteyên ku navê xwe tomardikin zêde dibe.
kurdistan24.net

 

K24-Qamişlo

Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bo sala (2016-2017)an pêşwaziya mamoseteyên zankoyê dike yên bawernameyên dektora û macistêr bi hene daku li kolîjên zanîngehê karbikin.

Amadekariyên zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo berdewam in,komek ji pêwistiyên zanîngehê hatine dabînkirin.

Komîta amadekar û piştî dabînkirina hin alav û amûrên zanîngehê,di daxuyaniyekê de daxwaza mamosteyan û kesên pispor kir daku tevlî piroseya perwerdeyê bibin.

Zanîngeh ji 5 kolîj ango fakulteyên sereke pêk tê ji wan kolîjan 17 beşên curbecur dê werin xwendin.Li gorî komîteya amadekar hejmara mamosteyên ku navê xwe tomardikin zêde dibe.

ji bilî mamosteyên deverê, egere hin mamosteyên ji derveyî Rojava wek zanîngeha 8 an a  frensayê ku peymaneke alîkariyê bi zanîngeha Rojavare girêda ye,tevlî tîma mamosteyên zanînghê bibin.

Piştî vekirina zanîngeha Efrînê duyemîn zanîngeh bi navê Rojava di 4ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo hate ragihandin.

Li gorî hin pisporan,kêmasiyên vê zanîngehê wê bandoreke neynî li çarenivîsa şagirtan bike,wek tunebûna mamosteyên pispor û alav û amûrên hin kolîjên taybet wek kolîja nojdariyê.Heta niha danpêdanên fermî ji ti welatên cîhanê bi zanîngehên Rojava ne hatine kirin.