Wezret a derve ya Emerîkayê: Daiş berdewame li pêşlkarîyan beranber Kurd ên Êzdî

Wezaret a derve ya Emerîkayê, evro Çarşembîyê, 10ê Tebaxê/2016 raport a salane ya xwe ya taybet bi azadî ya olî li cîhanê belav kir.

K24- Hewlêr

Wezaret a derve ya Emerîkayê, evro Çarşembîyê, 10ê Tebaxê/2016 raport a salane ya xwe ya taybet bi azadî ya olî li cîhanê belav kir.

Li gor wê raportê, tundrew ên wek Daişê û Boko Heram, zêdetirîn pêşêlkarî li ser azadî ya ayînan li Îraq û Sûrya û çend welat ên din yên Eferîkayê encam dane.

Di rapotê de amaje bi wê yekê hatîye kirin ku rêkxistî ya Daişê, li pêşêlkarîyan berdewame beranber bi pêkhate yên ayînî mîna Êzdîyan. Kiç û jin ên Êzdî bi Sebî ji xwe re diben, hevdempêşêlkarî bernaber bi Kirîstyan û Şîeyan jî encamdane.

Li ser rêkxistî ya Boko Heram jî ku ji Efrîkayê Beyet a Daişê kirîne, amaje bi wê yekê dike, ew rêkxistî li Neycîrîya hêriş kirine ser Musilman û Kirîstîyan ên Rojava ya Eferîkayê.

 Di rapot a wezaret a derve ya Emerîkayê, amaje bi wê yekê dike ku hikumet a Dîmeşqê û hêz ên Şîe yên hevpeyman ên wê hêriş kirîne ser Sûnneyan û destgirtî kirine. Hevdem amaje bi wê jî dike, sûpa yê Suryayê Bajar û gund û dever ên Sûnneyan ew ên dikevin jêr dest ên Opizisyûnê burdûman kirîne.

Hevdem di raportê de, amaje bi wê yekê jî hatîye kirin ku rêkxistî ya Daişê û Enî ya Nûsre (Fethulşam) a niha li dijî Şîe, Elewî û Kirîstîyanan pêşêlkarî encam dane.

Herweha di raportê de amaje bi sêdaredan a 20 kes ên Sûne dane li Îranê ku tuhmet a dijînîkirin a xweday xistin pal wan û zêdetir ji 380 kes jî her bi wê tuhemtê hatîne girtin.