Îran devera Biradost topbaran dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Topaxaneya Îranê deverên sînorî yên Biradost ya li qezaya Soran topbaran dike.
Peymanêrê K24ê li Soran ragihand, îro ji demjimêr 10:30 ve topxaneyên Îranê navçeya Berbizîn li devera Biradost topbaran dike û heta niha jî topabarankirin berdewam e.
Peyamnêrê me got jî: “Ew navçe ji aliyê Îranê tê topbarankirin û coktar û koçerên wê deverê ji ber topbaranê malên xwe hêştine û berve Sîdekan diçin.”
Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir, ji ber topbarana berê ya Îranê ji wan deveran re, beşeke mezin ji wan deveran hatine şewitandin, ji ber wê sedemê, demek e koçerên wê deverê neçar bûne biçin cihine din, ewên li wir mane jî niha wan deveran dihêlin.