Nêzîkbûna Enqere û Moskoyê çawa tê nirxandin

Beramberî civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê behsa lawazbûna têkiliyên Tirkiye, Amerîka û Ewropayê tê kirin. Li gor pisporên têkiliyên derve, nêzîkbûna Enqere û Moskoyê dê bandorên mezin li Rojhilata Navîn bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0d08e434-3cae-45c8-a5c7-59c1d24ccc79/HevditinaErdogan%20U%20Putin.ism/manifest

K24 – Stanbol

Beramberî civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê behsa lawazbûna têkiliyên Tirkiye, Amerîka û Ewropayê tê kirin. Li gor pisporên têkiliyên derve, nêzîkbûna Enqere û Moskoyê dê bandorên mezin li Rojhilata Navîn bike. 

Hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ku li cîhanê ji nêz ve hat şopandin, li Tirkiyê jî wek rojeva sereke cîh girt. Siyasetmedar, akademîsyen, pisporan piştî vê civînê li ser birêveçûna endamtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropayê, têkiliyên Tirkiyê digel Amerîka, NATO û geşedanên li Rojhilata Navîn niqaş dikin.

Li gorî pisporê polîtikaya derve û Ewropayê Can Baydarol ji ber helwesta Ewropa û Amerîkayê ya li dijî hewla kutedayê, têkiliyên Tirkiye û Rûsya dê gelek baştir bibe, her wiha ligel çakbûna têkiliyên Tirkiye û Rûsya, li ser Rojhilata Navîn rola Tirkiyê jî dê zêdetir bibe.

Pisporê Polîtikayên Derve Can Baydarol ji K24ê re axivî û got: “Piştî daxistina firokeya Rûsî, Tirkiye neçar ma. Lê piştî vê geşedanê eger Tirkiye û Rûsya bi hev re tevbigerin, wek du welatên hêzdar dikarin geşedanên li Rojhilata Navîn jî diyar bikin. Li Rojhilata Navîn, li gorî Ewropa û Amerîka Rûsya gelek hêzdar e. Her ku diçe Amerîka û Ewropa dê qelstir bibe.

Baydarol diyar kir, eger Tirkiye û Rûsya der barê meseleya Sûriyê de li hev bikin, geşedanên girîng dê rû bidin. Baydarol got jî: “Tirkiye polîtîkaya xwe ya li ser Esed dê nermtir bike û ligel Rûsyayê bi awayekê dê li hev werin. Di rewşeke wiha de li Rojavayê rê li ber PYD dê bê girtin. Ji aliyê din ve rol û hêza herêma Kurdistana ku ligel Tirkiyê têkiliya xwe pêş ve biriye dê zêdetir bibe.”

Li gorî pisporê têkiliyên derve Prof. Dr. Mensûr Akgun piştî nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya, rola Amerîka li Rojhilata Navîn dê kêmtir bibe û got: “Hevdîtina Erdogan û Putîn, rola Tirkiyê  li ser siyaseta Sûriyê jî dê zêde bibe, weke din destwerdana  Tirkiyê bo PYD jî dê zêde bibe. Nêzîkbûna Tirkiye û Rûsya dibe ku tifaqa Amerîka û PYD xira bike.”

Li gorî pisporan, Tirkiye 9 meh berê ji ber daxistina firokeya Rûsî wek aborî û der barê Sûriyê de wek siyasî ketibû tengasiyeke mezin, lê piştî hevdîtina Erdogan û Putîn Amerîka û Ewropa zû bi zû rexne li Tirkiyê dê nekin.