Li navçeya Qoserê kesek hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî teqîna Qoserê ya Bakurê Kurdistanê, duh şev hêzên ewlekariyê îro berbangê demjimêr 05:00an de bi ser malekê ya li gundê Qenûnê de girtin. Piştre pevçûnek dijwar derket û kesek hate kuştin.
Tê gotin kesê ku canê xwe ji dest daye gerîlayekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û bergûmanê teqîna Qoserê ye.
Herwiha xwediyê male û 2 zarokên wî jî hatin binçavkirin.
Duh danê êvarê li navçeya Qoserê dema mînîbûsa polîsan derbas dibû, wesaîtek bombebarkirî hate teqandin û di encamê de 2 welatî û polîsek canê xwe ji dest dabûn, 20 kes jî birîndar bûbûn.