Rûsya kargeha kîmawî ya DAIŞê jinav dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer yên Rûsyayê kargeheke çekê kîmawî ya DAIŞê li Reqayê jinav bir.
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, firokeyên wê Tu-22M3 li bakurê rojavayê Reqayê kargeheke çekê kîmawî ya DAIŞê li Reqayê jinav bir.
Di daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê de hat, di encama operasyona esmanî de li Reqaya û derdorên depoyen çekan, cebilxane, depoyên sotemenî, febrîkeya amûrên kîmawî û navendeke perwerdekirinê hatin jinavbirin.
Hat ragihandin jî, di encama wê operesyonê de hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.