CIA: Pêdivîye Îranî û Rûsîyayî jî li Suriyê bihênn kûştin.
K24- Hewlêr
Berpirsekê berê yê CIA dibêje: pêwîste îranî û rûsî jî li Suriyê bên kûştin.
Cîgirê berê yê serokê ajansa sîxûrî ya Navendiya Amerîkayê Maykil Morêl tekez dike, ji bo dîtina çareyekî ji krîza Suriyeyê re divê îranî û rûsî li Suriyeyê bên kûştin. Li gor wî ev yek bi nehênî bê kirin ,bi gotina Morêl ev yek jî wê alîkar be ku fişar li ser Tehran, Dîmeşq û Mosko dirust bike, ji bo çareserkirina wê krîzê . Ji aliyê xwe ve, Rusya daxwaz ji Wezareta Derve ya Amerîkayê kiriye ku bersîveke zelal derbarê daxûyaniyên Morêl de bide. Wekî din, Rusya dê hizra wê yekê bike, ku Morêl beşek ji zanyariyên nehênî yên giring ên Plana niha ya CIA belav kiriye.