Li Diyarbekir pileya germe ji bo dil û tansiyonê dibe gef

Li Diyarbekirê di demsala havînê de gelek caran pileya germe li ser pile ya 40î ye û ev yek ji bo tendirustiyê wek asteke metirsîdar tê dîtin.
kurdistan24.net

K24-Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê bi bilindbuna pile ya germênexweşî jî zêde dibin. Bijişk amaje dikin ku herî zêde nexweşiyên dil û tansiyonê di demên wiha de derdikevin pêş û hişyariyê didin welatiyan.

Li Bakûrê Kurdistanê germahî îsal jî bi pileyeke bilind berdewam e û bi xwe re rewşên neyînî jî tîne. Ev rewş herî gelek di tendirustiyê de xwe dide der. Bilindahiya pile ya germe herî gelek bandora xwe li ser nexweşên dil û tansiyonê dike. Pisporê Nexweşiyên Dil Bijişk Cegerxwîn Polat div î warî de amaje dike ku pêwîste mirov heta ku ne hewcedar bin di bine tavê de negerin.

Bijişkê Dil yê Nexweşxaneya Memorîal a Dîcle Cigerxwîn Polat wiha got:"Dema hewa germ dibe demarên mirovan fireh dibin û gera xwînê ji rewşa normal dur dikeve û ev yek dibe sedem ji bo nexweşiyên dil û tansiyonê. Pêwîste mirov di demên rojê yên hênik de derkevin derve."

Di rojên germ de pêwîste ku herî gelek mirovên temendirêj û zarok baş werin parastin ji ber ku ev kes zutir ji germe bibandor dibin. Bijişkê Beşa Lezgîniyê Ezgî Salar di vê derbarê de dide zanîn ku hewce ye zarok û kesên temendirêj hay ji paqijiyê hebin û ji tavê durbin.

Bijişkê Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Memorîal a Dîcle wiha got: "Çermê zarokan gelekî zîze û laşen wan jî nazikin. Ji ber vê yeke bila dê û bav hay ji xwarin vexwarina wan hebin û ji germahiya zêde biparêzin. Her wiha di warê xwarin û vexwarinê divê temendirêj jî hay ji xwe hebin û teqez bila dane nîvro heta ber êvarê dernekevin derve."

Li Diyarbekirê di demsala havînê de gelek caran pileya germe li ser pile ya 40î ye û ev yek ji bo tendirustiyê wek asteke metirsîdar tê dîtin.