Amerîka derbarê penaberan dê alîkariya Kurdistanê bike

da zanîn ku Amerîka dê pêdiviyên penaberan dabîn bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4951a36a-8211-499e-8e1f-44bb1f900030/trudo%20krg.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Îlîzabet Trodo ragehand ku welatê wê di dema bê de derbarê pirsa penaberan dê alîkariya Amerîkayê bike.

Derbarê vê yekê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Îlîzabet Trodo di kongireyekî rojnamevanî de daxuyaniyek belav kir tê de bersiva peyamnêrê K24ê da û ragehand ku Herêma Kurdistanê  hejmarek mezin ji penaberan li cem xwe vedhewîne.

Trodo da zanîn ku di demeke nêzîk de Amerîka dê alîkariya Herêma Kurdistanê derbarê penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan bike.