"Eger Ewropa soza vîzayê bicih neke em penaberan qebûl nakin"
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, Ewropa soza ku derbarê vîzeyê de daye bicih neaniye û wiha biçe ewê êdî ji Ewropayê penaberan qebûl nekin.
Derbarê vê yekê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di beşdariya kanala RTL ya Almanî bû û wiha got: "Li Tirkiyê 15'ê Tîrmehê hewldana derbeyê heye lê Angela Merkel 18'ê Tîrmehê telefon dike û dibêje, bila operasyona hemberê derbekaran metirsîdar nebe ku nêzîkatiyên wiha wan xemgîn dike."
Erdogan da zanîn ku, ew piştevaniya Ewropayê dixwazin lê piştî hewldana derbeyê tenê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa û Wezîrê Derve yê Qetarê serdana Tirkiyê kiriye.
Derbarê cezaya darvekirinê de jî Erdogan wiha got:Eger yasayek wiha ji Parlamentoyê derbes bibe ewê bipejirîne.
Diyarkir ku ew rêz li hiqûqa Almanyayê nagre ku rê nedaye bi rêya telekonferansê beşdarî Mîtînga Kolnê bibe.