Bandora rewşa awarte li ser mafê karkeran

Sendîkayên nêzîkî hihûmetê ji rewşa xwe kêfxweş in, lê li gorî sendîkayên ne di bin bandora hikûmetê de zordestiya li dijî karker û karmendan berdewam dike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyê, ji aliyê Lijneya Wezîran ve Rewşa Awarte hate ragehandin. Di vê prosesê de binpêkirina gelek mafên mirovan di rojevê de ye. Karkerên bi sendîkayî jî di nav wê metirsiyê de ne ku mafên wan ên grêvê bê binpêkirin.

Her çiqas rayedarên dewletê piştî ragihandina Rewşa Awarte diyar kiribin ku ev kiryar wê ne li dij gel, karker û karmendan be jî endamên sedîkayan metirsiyên xwe yên di vê derbarê anîne ziman. Karker û karmendên endamên sedîkayan diyar kirin ku ew îxtîmal heye ku mafê wan yê derbarê grêvê de ji destê wan di nava van her sê mehan de were standin. Lê hindek sedîka jî hene ku diyar dikin bi tû awayî ew li beramberî astengiyan nemane û ligel wezaretê jî bi şêweyeke hevahengî her karê xwe berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Sendikaya Metala Tirk Talîphan Kiymaz wiha got:"Di Rewşa Awarte deli ser sendîkayan, demokrasî û azadiyan tiştekî neyînî tune ye.Peymanênme berdewam dikin. Serlêdana me ya erkdariyê ji aliyê wezaretê ve erênî tê pêşwazîkirin."

"Tenê şeva darbeyê hilberîn rawestiya. Helbet derûniya me xirab bû. Lê belê ji bo hilberînêem ji dil û can dixebitin."

Sendikaya DÎSKê di warê Rewşa Awarte de gelekî bi fikar e. Li gorî vê sendîkayê di darbeya 12ê Îlonê ya 1980an de herî zêde karkeran zirarên mezin dîtiye.Lewre di wê demê de Peymanên Giştî ên Karkeranhatine rawestandin û gelek

konfederasyonên karker û karmendan hatine girtin. Ji lewre ew dibêjin hingê 550 hezar endamênDÎSKêji ser kar hatine durkirin.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tayfun Görgün wiha got:

"Darbeya sala 1980ê yî ji bo karkeran tehdîdeteke mezin bû. Niha jî rewş wisa ye. Ev Rewşa Awarte, pêwîst e bi tenê li dijî  FETOyê karîger be. Lê belê proses beravajî vê yekê dimeşe. Li Stênbolê, mafê grevê ya karkerênşaredariyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin."

Sendîkayên nêzîkî hihûmetê ji rewşa xwe kêfxweş in, lê li gorî sendîkayên ne di bin bandora hikûmetê de zordestiya li dijî karker û karmendan berdewam dike. Li gorî rêveberê van sendîkayan ji derxistina kar bigirin heta bi îstîsmarkirinê her curê rûdanên neyînî yên li ser karkeran berdewamin. Sendîke diyar dikin ku piştî Rewşa Awarte ew ê dozê vekin derbarê wan endamên ku ji kar hatine derixistin. Li gorî raportên fermî li Tirkiyê bi temamî 13 mîlyon û 38 hezar karker hene, ji wan 1 mîlyon 499 hezar karker endamên sendîkayê ne.