Barzanî lgel Makorg, Coniz û Fayaz civiya

Civîn derbarê şerê li dijî DAIŞê û operasyona rizgarkirina Mûsilê bû.

K24-Hewlêr

Berî niha bi demekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz, Nûnerê Barak Obama di Hevpeymaniya Navdewletî de Brêt Makorg û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Stwart Coniz civiya.

Civîn taybet derbarê şerê DAIŞê û amadekariyên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ye.