Gotbêj ê Hevpeymanan: Daişê piştî van şikestinan şîyan a şerrkirinê nemaye
K24- Hewlêr
Gotebêj ê hêz a Hevpeymanên nêvdewletî aşkera kir ku çekdar ên Daişê piştî şikest ên yek dûv yek ên evê dawîyê liÎraq û Suryayê, şîyan a şerrkirinê nemaye û berdewam di revin.
Kirîstover Girîver, gotebêj ê hêz a Hevpeymanî ya Nêvdewletî di dîdarekê de li gel kenal a CNN ragehand: Ew tim hewil didin hijmar a temam a çekdar ên Daişê bizanin li Îraq û Suryayê.
Herweha ragehand: Li gor wan zanyarî yên bi dest wan kevtîne hijmar a çekdar ên Daişê di navber a20-25 hezar çekdaran dibin û berdewam jî ev hijmar di kêmbûnê de ye.
Li ser pişkdarî ya çekdar ên Heşd a Şeibî di operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê, gotebêj ê hêz a Hevpeymanan ragehand: Wan meşq û rahînan bi hêz ên xwemalî yên Musilê kirîne bi mebest a pişkdarîkirinê di operasyûnê de û tim li gel hikumet a Îraqê dannûstandinan dikin daku dilê wan tenah bibe ku ew hêz di amadebaşîyê de ne bo wê operasyûnê.