Brett McGurk û Berhem Salih dicivin

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brett McGurk di çarçoveya serdanekê ji Herêma Kurdistanê re, bi Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê NYKê Berhem Salih re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brett McGurk di çarçoveya serdanekê ji Herêma Kurdistanê re, bi Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê NYKê Berhem Salih re civiya.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand ku, her yek ji Brett McGurk û Berhem Salih ti daxuyanî nedan medyayê, lê li gor zanyariyan di civînê de pirsa operesyona rizgarkirina Mûsilê û qonaxa piştî wê operesyonê gotûbêj kirin.

Ji destpêka serdana McGurk ji Herêma Kurdistanê re, bi Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî re civiya. Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku pirsa operesyona rizgarkirina Mûsilê hate gotûbêjkirin.

Her di wê çarçovê de, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ragihand, dibe rêkeftinek zelal û bi hûrgilî li ser qonaxa piştî DAIŞê hebe, bo her pêkhateyek bikaribe li Parêzgeha Neynewayê jiyaneke nû ava bike.