Ziyanên DAIŞê di operesyona hêza Pêşmerge de

Heta niha zêdetirî 20 termên çekdarên DAIŞê ketine ber destê Pêşmerge û hejmareke din jî di bin xaniyên rûxandî yên ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatine rizgarkirin de mane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heta niha zêdetirî 20 termên çekdarên DAIŞê ketine ber destê Pêşmerge û hejmareke din jî di bin xaniyên rûxandî yên ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatine rizgarkirin de mane.

Çavkaniyeke ne fermî behsa kuştina hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê li eniyên Mexmûr, Xazir û Giwêr dikin. Herwiha hêza Pêşmerge zêdetir ji 10 otombêlên bombebarkirî yên DAIŞê biteqînin û dest danin ser hejmareke çek û alavên leşkerî bikin. K24 jî wêneyên hin ji wan çekan belav kir.

Tîma K24ê ji destpêka operesyona hêza Pêşmerge li her du eniyan Xazir û Giwêr bi hêza Pêşmerge re wêneyên zindî yên pêşketina Pêşmerge bo raya giştî belav dike.

Hêza Pêşmerge heta niha bê ziyanên canî karîn 6 gundan ji DAIŞê rizgar bikin û zêdetirî 14 k.m bipêş kevin, her heta niha tenê çend Pêşmerge bi sivikî birîndar bûne.

Firokeyên şer yên Hevpeyamaniya Navdewletî piştgîriya operesyona îro ya hêza Pêşmerge dikin, çendîn armancên DAIŞê otombêlên bombebarkirî jinav birin.  

Peyamnêrê K24ê li cihê operesyonê li ser zarê fermandeyên leşkerî ragihand, piştî rizgarkirina wan 6 gundan, 4 çekdarên DAIŞê ku xwe di nava tonêlekê de veşartibûn û daxwaza alîkariyê ji serkirdeyên xwe yên li Mûsil dikirin, lê hêza Pêşmerge ti derfet ji wan re nehêştin.