ENKS: Xwepêşandan dê li welat û derveye berdewam bin

Emîndariya giştî ya ENKSê radigihîne, kiryarên li dijî ENKSê têne kirin, dê nikaribin ENKSê ji kar û xebata siyasî rawestînin.

K24 – Qamişlo

Emîndariya giştî ya ENKSê radigihîne, kiryarên li dijî ENKSê têne kirin, dê nikaribin ENKSê ji kar û xebata siyasî rawestînin.

Derbarê girtina Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê Asayişa Rojava ve li bajarê Qamişlo, Emîndariya giştî ya ENKSê civînek awarte lidar xist û Cîgirê Serokê ENKSê Mehmûd Mela di konfranseke rojnemegerî de diyar kir ku, armanca asayişê ne girtina Îbrahîm Biro ye, lê belê armanca wan ENKS û alîgirên wê ne.

Mehmûd Mela tekez kir ku, biryara Emîndariya Giştî hate standin bi mangirtin û xwepêşandanan li welat û ji derveyî welat, herwiha dê nameyan bişînin ji saziyên navdewletî û mafên mirovan re.

Heriha Mela got jî, ev kiryarên li dijî ENKSê têne kirin, dê nikaribin ENKSê ji kar û xebata siyasî rawestînin û Serokê ENKSê di nêzîktirîn dem de jî dê vegere Rojavayê Kurdistanê.

Duh demjêmr 19:00 Asayişa Qamişlo Serokê ENKSê li nava bajarl Qamişlo girt, îro danê sibê jî bo Herêma Kurdistanê hate dûrxistin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê ENKSê Ibrahîm Biro ji K24ê re rahihand ku, Asayîşa Rojava gef lê xwarine ku eger careke din vegere Rojava, dê were kuştin.