Li Tirkiyê metirsiya derbeyeke din didome

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, metirsaiya ku hewla derbeyeke din bêdayîn berdewam e. piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê ku biser neket jî, rayedarên hikûmetê bang li gel kiribû ku, kolanan vala nehêlin. Li ser hejmareke Twitterê ku ji aliyê cemaeta Fetillah Gulen ve dihat bikaranîn jî 14 Tebaxê wek rojeke girîng hatibû destnîşan kirin.

K24 – Diyarbekir

Ji aliyê din de, li gor agahiyên ku K24 bides txistiye, li firokxaneya şer ya Diyarbekirê, çend seyareyên bar li ser pista firokeyan hatine rast kirin, da ku firoke nefirin.

Rayedarên Tirkiyê jî, careke din bang kirin ku, ger hewldaneke derbeyê bêdayîn, bila gel bikeve saziyên dewletê jî û bergiriya demokrasiyê bike. Dîsa serpiriştiya Leşkeriya Tirk, hemû destûrên leşker û memuran betal kirin.

Di van bangawaziyan de jî diyar dibe ku, metirsiya ji hewa derbeyê li Tirkiyê didome.