Operesyona Pêşmerge: Her du eniyên Xazir û Giwêr gihandin hev

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operesyona îro li her eniyên Xazir û Giwêr de nêzîk maye ku plana bo rizgarkirina navçeyan danane, bi serkeftin temam bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di operesyona îro li her eniyên Xazir û Giwêr de nêzîk maye ku plana bo rizgarkirina navçeyan danane, bi serkeftin temam bikin.

Li dawiya operesyona îro ya hêza Pêşmerge li her du eniyên Xazir û Giwêr digihînin hev û bi hev ve girêdidin, ku wek mezintirîn destkefta operesyona îro ya hêza Pêşmerge tê hejmartin.

Hêza Pêşmerge li eniya Giwêr zêdetirî 20 k.m pêşve çûne, ku li gor fermandarekî Pêşmerge tenê 2 k.m ji sînorê wê maye ku kontrol bikin, hêza Pêşmerge berdewam in di kontrolkirina tevahiya navçê, bi taybet ew piştî kontrolkirina bilindahiyên gundên Kenheş a mazin û biçûk.

Di operesyona îro ya hêza Pêşmerge de li her du eniyan heta niha 8 gund hatin rizgarkirin. Fermandarekî Pêşmerge jî amaje bi rizgarkirina zêdetirî ji sedî 90 ji navçeyê dike, ku bo kontrolkirina tevahiya navçê jî, hêza Pêşmerge di pêşveçûnê de ye.

Hêzên Pêşmerge danê vê sibehê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li her du mihwerên Giwêr û xazir ku nêzîkî bajarê Mûsilê ne dest pê kirin û karîn her du eniyên Xazir û Giwêr bigihînin hev û bi hev ve girêbidin.