Dawî zanyariyên operesyona Pêşmer li eniya Giwêr

Li dirêjehiya operesyona hêzên Pêşmerg bo rizgarkirina çend gundan li eniyên Xazir û Giwêr ji destê DAIŞê, ji bilî rizgarkirina 11 gundan, riya Giwêr – Mûsil jî, kete bin kontrola hêza Pêşmerge.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f523b06b-ff0d-481f-9ef6-e21f281de04a/hunar%20ahmad.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Li dirêjehiya operesyona hêzên Pêşmerg bo rizgarkirina çend gundan li eniyên Xazir û Giwêr ji destê DAIŞê, ji bilî rizgarkirina 11 gundan, riya Giwêr – Mûsil jî, kete bin kontrola hêza Pêşmerge.

Peyamnêrê K24 li gundê Genheş ragihand, riya Giwêr – Mûsil ku riya sereke ya gihêştina alîkariyam bo DAIŞê ye niha di bin kontrola Pêşmerge de ye, herwiha ew navçeyên ku hatine rizgarkirin, gelek caran çekdarên DAIŞê ji wir de êrîşî ser çeperên Pêşmerge dikirin.

Peyamnêrê me li ser zarê fermandarên leşkerî got: “Bi rizgarkirina wan navçeyan, metirsî li ser Giwêr manîne.”