Hikûmet pîrozbahiya serkeftina operesyona Pêşmege dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya serkeftina operesyona hêza Pêşmege li her du eniyan Xazir û Giwêr ku, ku ji du rojan ve berdewam e.

K24 – Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya serkeftina operesyona hêza Pêşmege li her du eniyan Xazir û Giwêr ku, ku ji du rojan ve berdewam e.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sevîn Dizeyî di peyamekê de, ku malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, tê da hat,  “ji bona serketinên operasiyona Hêzên Pêşmerge li roja 14/8/2016 li her du eniyên ceng li deverên Xazir û Giwêr, Em bi serketinên Hêzên Pêşmerge li her du deverên Xazir û Giwêr serbilind in.”

Herwiha di peyamê de hat “Pêşmerge her dem bi bandortirîn hêza şerker a dijî terorîstên DAIŞê ye. Em pîrozbahiyeka gerim ji serketinên îro yên Pêşmerge dikin û sersaxiya kes û karên şehîdan dikin û hêviya zû başbûnê jibo birîndaran dixwazîn.”

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Hevdem sersaxiya malbata şehîdê canemerg Mistefa Seîd dikin û hêviya zû başbûnê ji bo Peyamnêrê Kurdistan TV Hêmin Nanekelî dixwazin.”