Şervan Derwîş bersiva Îtîlafa opozîsyona Sûriyê dide

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş tuhmetên Îtîlafa opozîsyona Sûriyê yên derberê şewitandina hemû belge û dosyên xanûberiyê yên di Dadgeha Xanûberiyê ya Minbicê de, red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş tuhmetên Îtîlafa opozîsyona Sûriyê yên derberê şewitandina hemû belge û dosyên xanûberiyê yên di Dadgeha Xanûberiyê ya Minbicê de, red kir.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” ragihand ku, Îtîlafa opozîsyona Sûriyê bêyî ku piştrast be daxuyaniya xwe daye.

Derwîş nivîsiye, gelek perçeyên vîdyoyê hene, tê de diyar dibe ku avahiya Dadgeha Xaûberiyê ya Minbicê berî rizgarkirina wê, ji aliyê DAIŞê ve hatibû şewitandin.

Herwiha Derwîş diyar kir, hemû raportên ragihandinê yên ji berî du rojan ve diyar kirin ku, ti belge di dadgehê de tune bûn, ji ber ku DAIŞê hemû belge ji berî rizgarkirina Minbicê bo cihekî din veguhastibûn.

Îtîlafa opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de belav kiribû, ku şervanên Enûmena Leşkerî ya Minbicê dadgeha Minbicê armanc kirine û hemû belgeyên sivîlan û yên xanûberiyê şewitandine, da ku welatî ji gund û bajaran koç bikin û careke din venegerin.

Derwîş daxwaz ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê kir ku, ji van kiryarên zarotî dûr bikeve û ti derewan belav neke, ji ber ku ev derew di ser gelê Sûriyê re derbas nabin.

Derwîş amaje bi wê yekê jî kir, ku ev daxuyaniya Îtîlafa opozîsyona Sûriyê karvedaneke li ser jidestdana çekdarên wê yê DAIŞê li Minbicê ye.