Serokatiya Herêmê: Divê kujerên rojnamevan Wedad Husên bên cezakirin

Serok Barzanî bi saziyên pêwendîdar raspartiye ku, bilez lêkolîneke bi hûrî li vê doza kuştina Wedad Husên bikin û tawanbaran bigirtin û wan bidin cezayên yasayî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi saziyên pêwendîdar raspartiye ku, bilez lêkolîneke bi hûrî li doza kuştina Wedad Husên bikin û tawanbaran bigirtin û wan bidin cezayên yasayî.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah peyamek li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir û tê de hat, nivîsgeha Serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêwendî bi Husên Koçer bavê Wedad kir û serxweşî û hevxemiya Serok Barzanî gihande malbata û ragihand ku, nabe tawaneke wiha winda bibe û pêwîst e bi zûtirîn dem de, tawanbar bêne peydakirin û cezaya yasayî werbigire.

Herwiha di peyamnê de hat, Serok Barzanî bi saziyên pêwendîdar raspartiye ku, bilez lêkolîneke bi hûrî li vê dozê bikin û tawanbaran bigirin û wan bidin cezayên yasayî.

Termê rojnamevan Wedat Husên Elî yê 28 salî roja 13ê Tebaxê danê nîvro li gundê Sêce ya qezaya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê, hatibû dîtin.