Rûsya û Amerîka operesyonên hevpar li Helebê dikin

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şiwîgo ragihand, Rûsya û Amerîka dê dest bi operesyonine hevbeş li Helebê li dijî tundrewan bikin, da ku aramî vegere ji bajêr re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê Sergey Şiwîgo ragihand, Rûsya û Amerîka dê dest bi operesyonine hevbeş li Helebê li dijî tundrewan bikin, da ku aramî vegere ji bajêr re.

Şiwîgo got: “Em niha di qonaxeke çalak ya danûstandinan bi Amerîka re ne. Gav bi gav em bo Helebû bi pêş ve diçin, bo destpêkirina operesyonên hevpar, da ku xelkê bajêr karibin vegerin malên xwe.”

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura jî berî çend rojan ragihand, berpirsên leşkerî yên Rûsya û Amerîka li Cenêvê danûstandin kirin, da ku agirbestê li tevahiya Helebê ragihînin.

Çend hefte ne li Helebê şer û pevçûn di navbera rêjîm û opozêsyona Sûriyê tund bûye, çekdarên opozîsyonê jî karîn hin pêşketinan li Helebê bikin.

Serokê Komîta Navdewletî ya Xaça Sor derbarê Helebê de duh got ku, tundtirîn şer li Helebê rûdide, mal, dibistan û nexweşxanetêne armanckirin.