Baroya Diyarbekirê teqîna liser rêya Bismilê şermezar kir

Baroyê da zanîn ku ew wek baro dê li dijî van êrîşan helwest bigirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Baroya Diyarbekirê di derbarê teqîna li ser rêya Diyarbekir û Bismilê de daxuyaniyek belav kir û hate amaje kirin ku ew hemu êrîşên ku sivîl jê zirarê bibînin şermezar dikin.

Baro ya Diyarbekirê piştî teqîna li ser rêya Diyarbekir û Bismilê dilgiraniya xwe bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniya ku di malpêra Baro ya Diyarbekirê de hatîde parve kirin de tê gotin ku ew wê êrîşa ku di encama wê de 5 polês û 2 sivîlan canê xwe ji dest dayî şermezar dikin. Di daxuyaniyê de behsa teqînên di demeke nêz de li Qoser û Sûr a Diyarbekirê de pêkhatîn jî hate kirin.

Baroyê da zanîn ku ew wek baro dê li dijî van êrîşan helwest bigirin.

Herwiha daxuyaniyê bal kişande ser wê yekê ku ji salek zêdetire şer û pevçun derbasî nava bajaran bûne û bajarên kurdan de mirov kêm dibin û trajediyên mezin rûdidin.

Baroyê daxwaz kir ku pirsgirêka Kurd bi awayeke aştiyane were çareserkirin û ev yek jî bi aştiyeke birûmet pêkan e .