Partiyên Bakur: Bila Ibrahîm Biro bi Pêşmergeyên Rojava re vegere
K24 – Diyarbekir
Piştî girtin û derkirina Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro ji aliyê Asayîşa PYD’ê ve ev yek li Bakurê Kurdistanê jî rastî bertekan hat. Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê vê kiryarê wek helwesteke çewt dibînin û bang dikin ku, li Rojavayê Kurdistanê dawî li helwestên bi vî rengî werin.
Girtin û derkirina Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro ji Rojavayê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî bi dilgiranî hate pêşwazî kirin û ev yek tê şermezar kirin û hate amaje kirin ku, ev bûyer xizmeta xelkê Kurd û parastina Kurdistanê nake. Serokê PDK Bakur Sertaç Bûcak jî di vê babetê de piştgiriya xwe ji bo Ibrahîm Biro û ENKS’ê destnîşan kir.
Bûcak di vê derbarê de ji K24ê re got: "Ji aliyê hiquqa navnetewî ve ev yek nate qebul kirin ji ber ku Brahîm Biro welatiyeke Rojavayê Kurdistanê ye û siyasetmedarekî bin av û deng e û xebatên wî yên gelek baş hene."
Serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro piştî derbasî Başûrê Kurdistanê bû dabû zanîn ku, gefa kuştinê li ser vegera wî hatiye xwarin. Serokê Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê Refîk Karakoç jî amaje kir ku ew wek partîyeke Kurdîstanî ji vê şêwazê gelekî xemgînin.
Karakoç wiha axivî: "Ev buyera Birahîm Biro tiştekî pirr xelet e. Rokî berî rokî pêwîst e ev xeletî were sererastkirin. Bila PYD jî ji vê xeletiyê vegere û paşve gav biavêje. Daxwaza me ev e."
Partîyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku pêwîste di van demên girîng de, divê rê were dayîn bo veger û xebatên Ibrahîm Biro li Rojavayê Kurdistanê û her wiha tê xwestin ku, Pêşmergê Rojava di parastina axa Rojavayê Kurdistanê de rola xwe êdî bilîze.