Li Îdirêya Tirkiyê bazara Rûsan hate damezrandin

Tê de berhemên Rûsyayê tên firotin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Azerbaycanê bi belavbûna Yekîtiya Sowyetan serxwebûna xwe ragihand. Piştî vê bazirganên Rûsan deriyên sînor yên di navbera Komara Nehçîwan a Xweser û Tirkiyê de bikaranîn û bi wan berhemên ku Rûsan dianîn, bazara Rûsan li Îdirê hat damezrandin û li vê bazarê gelek kiryar peyda dibin.

Li Îdira bajarê bakurê Kurdistanê bazara ku ji demên borî vê hatiye damezrandin ji aliye welatî û kiryaran ve eleqeyeke mezin dibîne. Gelek dikandarên ku di vir de cih girtine bi berhemên ku difiroşin debara xwe dikin. Di vê bazara Rûsan de berhemên ku ji Çînê û dewletên dûr tên, tên firotin . Bazar, bazara navendê ya herî mezin û dîrokî ye û di hundirê wê de ji çerezan û alavên mudbexê heya cil û bergan hemû cûreyên berheman cih digrin û ligel xwe yek ji wan bazaran e ku malbatên xizan pêşî rêya xwe pê dixin

"Şaredariyê ev cihê bazarê çekir, milet jî di hûndirê wê de dikan vekirin û navê wê jî bi bazara Rusan ma. Her kesek, xîzanek îdara xwe pê dikin, rind e, baş e."

Ji ber ku sînorên bajêr bi Ermenistan, Azerbaycan û Nehcîwan re hene bandora wan welatan jî li ser vê bazarê heye û gelek berhemên ku ji wan welatan jî tên li vir peyda dibin. Lê belê dikandar ji ber bihabûna tiştan bi gilî û gazinc in.

"Bazara Rusan ev 25 sal in ku hatiye damezrandin û didomê, em wekî esnafan çima dibejin bazara Rusan ji ber ku berê berhemên Rusya yê, Azerbaycanê dihatin me jî difirotin.Berê karê me rind bû lê belê van salan kar hindekî kêmbûye, kar tune ye, qeyran heye."

Herwiha dikandar amaje bi we yekê dikin ku ji ber rewşa dawî ya li Tirkiyê, tişt jî biha bûne û qeyran heye lê dîsa jî debara wan dibe.