Tirkiyê:Aliyeke siyasî ya kudetayê hebû
K24-Navenda Nûçeyan
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dibêje aliyeke siyasî ya derbeyê heye.
Derbarê vê babetê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiy Numan Kurtulmuş di televîzyoneka taybet a Tirkî de ragihand ku 3 piyên hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê hebû. Yek ji wan jî lingê siyasî bû.
Kurtulmuş wiha jî got ku ew nizane aliyê siyasî ya derbeyê ki ne? Lêbelê mijarek girînge ku dozger li ser lêkolînan bikin. Lewra di dîroka Tirkiyeyê de gelek derbe û hewlên derbeyan çêbûn ko lingên wan a siyasî hebûn.
Da zanîn ku, di vê derbeyê de ne tenê leşkerî tekez pilaneke siyasî jî hebû.