Asayişa Rojava serkirdeyekî din yê ENKSê digire
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojava Serokê Xwecihiya ENKSê li Girkê Legê Salih Simo girt.
Peyamnêrê K24 li Qamişlo ragihand, ku îro Serokê Xwecihiya ENKSê Salih Simo li Girkê Legê ji aliyê Asayişa Rojava ve hate girtin.
Salih Simo duh beşdarî xwepêşandana ENKSê ya li dijî kiryarên asayişê derbarê girtina endam û serkirdeyên ENKSê bûbû.
Ji 2 rojan ve û piştî Asayişa Rojava dest bi girtina hejmarek ji serkirde û endamên ENKSê kiriye, heta niha jî girtina endam û serkirdeyên ENKSê berdewam e.