Pêşmerge yasayên şer binpê nekiriye
K24 – Hewlêr
Berpirsê komîta bersivdana li raporta navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî derbarê rûxandina xaniyên navçeyên ku hatine rizgarkirin de tekez kir, Pêşmerge hewla cidî daye bo parastina xaniyan. Zêbarî got jî, bombeyên çandî bû sedema sereke ya rûxandina xaniyan û DAIŞê bi xwe beşek ji xaniyan rûxandine.