Amerîka: Rûsya biryarên NY binpê dike

Rûsya ji navendên Îranê ve êrîşên xwe li Sûriyê bikar tîne, Amerîka jî dibêje, ev yek binpêkirinek ji biryarên Netewên Yekgirtî re ye.

K24 – Navemda Mûçeyan

Rûsya ji navendên Îranê ve êrîşên xwe li Sûriyê bikar tîne, Amerîka jî dibêje, ev yek binpêkirinek ji biryarên Netewên Yekgirtî re ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner derbarê bikaranîna Rûsya ji navendên Îranî re ragihand, tevgera Rûsya ji Îranê ve, binpêkirina biryara 2231 ya NY ye, ya ku kirîn, firotan û veguhastina firokeyên şer bo Îranê qedexe dike.

Herwiha Wezarta Derva ya Amerîkayê metirsiya xwe derbarê vê yekê nîşan da û tekez kir ku Amerîka hewl dide şer û tundûtûjiyê li Sûriyê rawestîne û pisporên wê yên qanûnî vekolînê li ser binpêkirina Rûsya ji biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî re dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov derbarê rexneyên Amerîka de ragihand, ti bingehek tune ye ku Mosko biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî binpê kiribe.

Lavrov got jî, Mosko ne firokeyan dide Îranê, Mosko tenê navendên Îranê yên leşkerî bi razemendiya Îranê bikar tîne û di çarçoveya jinavbirina Terorê de li ser daxwaza Sûriyê.

Rûsya roja 16 û 17 Tebaxê ji navenda Hemedanê ya Îranî ve, êrîşî armancên DAIŞê li Dêrezorê Kiribû û ragihandibû ku, firokeyên wê 2 navendên serkiridayetiya DAIŞê kiribû bombebaran kiribû û bêhtir ji 150 çekarî jî kuştibû.