Opozîsyona Sûriyê bajarokê El-Rayî kontrol dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva borî çend ketîbeyên ser bi opozîsyona Sûriyê ve dest danîne ser bajarokê El-Rayî yê stratejîk li bakurê Helebê.
Kontrolkirina bajarokê El-Rayî piştî du rojan ji şerê berdewam bi DAIŞê re hat. Herwiha li gor ku hêzên opozîsyonê ragihandine, bi dehan kuştî û birîndar ji aliyê DAIŞê ve hene.
Bi kontrolkirna bajarokê El-Rayî rê li pêşiya şer li her du bajarên Cerablus û Babê vedibe, ku du navendên DAIŞê yên leşkerî yên sereke ne.
Ev yek di demekê de tê, ku Hêzên Sûriyeya Dîmokratîk (HSD) bajarê minbic bi temamî kontrol kiriye û niha amadekariya kontrolkirina bajarê Babê dikin.