Hevpeymanî ya Îran û Rûsyayê Emerîka nîgeran dike li rewş a Sûryayê

Rûsya û Îran, niha hewl didin hevpeymaniyeke nû li navçeyê dirust bikin, ku li gor wan her du welatan ji bo şerê dijî terorê ye. Lê Amerîka li dijî wê yekê ye û dibêje: ew pêngava Rusî û Îranî rewşa li Suriye aloztir dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0e0111f8-07c1-41d3-b820-19347f00513e/Russia-Iran-Syria.ism/manifest

K24- Hewlêr 

Rûsya û Îran, niha hewl didin hevpeymaniyeke nû li navçeyê dirust bikin, ku li gor wan her du welatan ji bo şerê dijî terorê ye. Lê Amerîka li dijî wê yekê ye û dibêje: ew pêngava Rusî û Îranî rewşa li Suriye aloztir dike.

ji bo yekem car u ji destpêka serhildana şoreşa wan serkirdeyên Îranî, rê didin ku welatekî biyanî bingehên wan yên serbazî bikar bînin. ew jî Rûsiyê bû,, ku di  16 tebaxê de rûsiya yekem oprasiyon ji bingeheke serbaziya îranî li sûriyê encam da.

Îran ji bo demekî dirêj  qedexekirbû ku li ser erdê wê bingehên serbazî yên welatên biyanî bên avakirin, lê Oprasiyonên 16 û 17 tebaxê yên rûsî û ji erdê wê, amajeyeke ji dirustbûna  Hevpeymaniyeke nû  û berfirehkirina rola Rûsiyê û Îranê li li navçeyê, bi taybetî jî li wî welatê ku niha bûya qadeke şer ew jî Sûriyê ye.

emeîka li dijî wê pêngava Rûsî û Îraniyê,,,û dibêje ew pêngav wan, wê kirîza li sûriyê asteng tir û aloztir bike, tevî ku Îran dibêje encamdana van oprasiyonan ji bingehê henedan ne tenê di berjewendiyên rûsiyê de ye belku  di serî de di berjewndiya Emerîkayê de, bi tayebetî di şerê wê yê li dijî daişê. ku li gor mosko û tehran  dibêjin ew oprasiyon li dijî Daiş û bereya Nûsrene. lê waşnton berûvajî wan dibêje, ku ew oprasiyon opizisiyona lîbral ya ku emerîka piştevaniya wê dike, dikine armanc.

ev hevpeymaniay  Rûsî û Îranî piştî seredana şanderê serokê Rûsiyê Mîxaêl Bogdanov tê ku di 15 tebaxê de li Tehranê bû û gotobêjkirina dosiya Sûriyê di serê mijaran debû.

hin şirovekar dibêjin hevpeymaniya Rûsî û Îranî armanc jê lawazkirina rola emerîkaye li navçeyê,, ji ber ku di vê dema dawî de mosko û waşnton di daxwiyaniyên xwe de rexneyên dijwar li hev digirtin bi taybetî jî di şerê ku  niha li bajarê Helebê diqewme. Rola Rûsiyê ya piştevan ji artêşa sûriyê re

û  li gor  rûsiyê emerîka dixwazê bihêzê destê xwe deyne li ser tevahiya rewşa li rojhilata navîn, û Rûsiya û Îran dûrbike û bi rengekî nêgetîv li navçeyê bide xwiya kirin.