Perlemantarek ê Dewlet a Yasa: piştî Daişê, Şerr li gel Pêşmerge ye
K24- Hewlêr
Mehemed Sehyûd, perlemantar ê firakisyûn a Dewlet a Yasa di perleman a Îraqê de ragehand: Nevekişan a hêz ên Pêşmerge li dever ên azadkirî , dagîrkirine neku azadkirin û hevdem ragehand: Pêşmerge û Daiş wek hevin li pêş gulle yên hêz ên asayîşî û Heşd a Şeibî.
Mehemed Sehyûd, bo malper a Mewazîn Nîyoz, dibêje: Serok ê Herêm a Kurdistanê bi axiftin ên xwe Kurdan rûbirûyê Ereban dike.
Herweha got: Ew dever ên hêz a Pêşmerge azad dike û xwe jê navekişîne , dibe dagîrkirin neku azadkirin.
Got jî: rijtbûn a Pêşmerge li ser nevişanê û dagîrkirin a wan deveran, ji alî yê hêz ên asayîşî û Heşd a Şeibî wek Daişê li wan dinerin.
Fermandar ên kaxê yên hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê, piştî operasyûn ên dû roj ên burî li 14yê vê mehê û azadkirin a 12 gund ên deşt a Nenewa ragehandin: Ew dever ên Pêşmerge bi xwîn azad dike xwe jê navekişînin.