Colemêrg û Şirnex wekî berê dimînin parêzgeh

Parlementoya Tirkiyeyê yasayên navçekirina bajarên Colemêrg û Şirnexê pesend nekir. Li gor vê biryarê dê Colemêrg û Şirnex wekî berê parêzgeh bimîne.

K24- Hewlêr

Parlementoya Tirkiyeyê yasayên navçekirina bajarên Colemêrg û Şirnexê pesend nekir. Li gor vê biryarê dê Colemêrg û Şirnex wekî berê parêzgeh bimîne.

Lijneya Giştî ya parlementoya Tirkiyeyê di rûniştina duh de piştî devjengî û nerazîbûnên tûnd yasaya navçekirina Colemêrg û Şirnexê ji pêşniyazbiryariyê dêrxist û  li gor vê encamê dê Şirnex û Colemêrg wekî berê parêzgeh bimîne û navên wan jî nayê gûhertin.

Herwiha yasaya erkdarkirina qeyyûman ko rê li ber destdanîna ser şaredariyan vedikir jî nehat pesendkirin. Ev biryarana ji aliyê pêşniyara hevpar a her 4 partiyên parlementoyê ve hate sitandin.

Pêşniyara yasaya navçekirina Colemêrg û Şirnexê ji aliyê welatiyên wan bajaran ve bi nerazîbûnek tûnd hatibû pêşwazî kirin û herwiha HDP jî derbarê erkdarkirina qeyyûman de heman nerazîbûnê nîşan dabû diyar kiribû ko ew rê nadin ko Wezareta Navxwe dest deyne li ser şaredariyan.