Merkil: Rêkkevtin a Tuekîya yê Yekêtî ya Ewrûpa giringe
K24- Hewlêr
Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel dibêje peymana derbarê penaberan a navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de hatiye îmzekirin gelek girînge.
Merkel ji televîzyona partiya xwe re axifî û balê kişand li ser pirsgirêka penaberan û rê û rêbazên çareseriyê. Merkel di derbarê çawaniya çerserkirina penaberên ko ji welatên xwe koç dikin û dikevin destê bazirganên mirovî de da zanîn ko peymana Yekitiya Ewropayê û Tirkiyeyê ko di meha Adarê de hatibû îmzekirin gelek girîng e.
Ew pêwîst e ji bo rêlibergirtina kaçaxtiya mirovî wekî Tirkiyeyê alîkarê penaberan bin ko li nêzikê welatên xwe di şert û mercên baş de bijîn.