Emerîka bo K24: Em ji hewl ên Turkîayê bo bendkirin a azadîyan nîgeranîn
K24- Hewlêr
Wezaret a derve ya Emerîkayê di bersiv a pirsyarek a nûçegihan a Kurdistan24 de li Waşintinê, rexne li Turkîyayê girt û ragehand: Waşintin nîgerane beranber hewl ên Turkîyayê bo bendkirin azadî ya raderbirrînê û hewl ên Enqere bo zîndanîkirin a Selahedîn Demîrtaş, hevserok ê Partî ya Gel ên Dîmukrat(HDP)yê.
Con Kêrbî, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê di bersiv a pirsyarek a Kurdistan24 de got: Bi rastî wek Me ragehandibû, Em kar ên tundûtîjîyê yên vê dawîyê li Turkîya şermezar dikîn.
Got jî: Me ew raport jî dîtîne ku behs a girtin a demîrtaş dikin û em bi hûrî çavdêrî ya evê mijarê dikîn.
Herweha got: Berê jî min amaje daye ku Em nîgeranîn ji bikarhînan a sîstem a dadwerîyê bo lêdan a azadî ya radebirrînê û çalakî yên sîyasî li Turkîyayê. Em berdewam piştîvan ê azadî ya raderbirînê bûyne li Turkîya û dijî her pêngavekêyne ku bandor nerênî hebe li ser evê mijarê.