HPG berpirsyaretiya xwe ji teqîna Xarpêtê re ragehand
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel(HPG) berpirasyaretiya xwe ji teqîna Xarpêtê re ya ser bi parêzgeha Wanê ragehand û da zanîn ku, di wê teqînê de 105 polîs hatin kuştin û 155 kesên din jî birîndarbûn.
Derbarê vê yekê Navenda Ragehandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel(HPG) di daxuyaniyekê de berpirsyaretiya xwe ji teqîna Xarpêtê ser bi parêzgeha Wanê ragehand û aşkere kir ku teqîn ji aliyê endamê HPG ê binavê Çekdar Mahir Serbest yê binavê Kawa naskiriye hate kirin.
Li gor daxuyaniya HPG teqîn bi rêya otombîleke bombirêjkirî bû û di avahiya Rêveberiya Ewlekariya Xarpêtê hate teqandin.
Herwiha di encama wê teqînê de li gor amarên HPG 105 poîsên Tirkiyê hatin kuştin û 155 kesên din jî birîndarbûn.
Ji aliyê xwe ve parêzgeriya Xarpêtê ragehandibû ku, ji encama teqînê 3 polîs hatibûne kuştin û 146 birîndarbûbûn.