Firokeyên rejîma Sûriyê Hesekê bombebaran dike

Di encamde 7 şervanên HPG hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên rejîma Sûriyê careke din dest bi bombebarankirina bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir, di encam de 7 endamên HPG hatin kuştin û 4ê din jî birîndar bûn, herwiha 2 welatiyên sivîl jî canê xwe ji dest dan.

Peyamnênê K24ê li bajarê Hesekê ragehand ku îro, piştî nîvro firokeyên rejîma Sûriyê careke din din dest bi bombebarankirina bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir, di encam de 7 endamên HPG hatin kuştin û 4 birîndarbûn, herwiha 2 welatiyên sivîl jî canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên peyamnên K24ê şer di nabera Hêzên Parastina Gel(YPG), Asayîşa Rojava û Endamên Berevaniya Niştimanî ser bi rejîma Sûriyê li taxa Giwîran berdewam e, da zanîn ku hêzên Kurdî bipêşve diçin.

Ev çend rojin şerûpevçûnên giran di navbera Hêzên Parastina Gel(YPG), Asayîşa Rojava û Endamên Berevaniya Niştimanî ser bi rejîma Sûriyê dest pêkiriye, firokeyên rejîma Sûriyê jî bajarê Hesekê bombebarandike.