Piştî rizgarkirinê welatiyên Minbicê xwe ji çanda DAIŞê dûrdixin

Bajarokê Minbicê 3ê salan ji aliyê DAIŞê dagîrkirî bû.
kurdistan24.net

 

 

K24-Minbic

Piştî rizgarkirina bajarokê Minbicê û dûrxistina çekdarên DAIŞê welatiyên bajêr ji nû ve li jiyana xwe ya rojane û normal vedgerin ew jî piştî sê salan ji dagîrkirinê.

Derbarê vê yekê peyamnêrê Kurdistan24 li bajarê Minbicê ragehand ku, welatiyên bajarê Minbicê piştî derbasbûna sê salan bi ser dagîrkirina DAIŞê careke din li jiyana xwe ya normal vedgerin û xwe ji çanda DAIŞî dişûn û xelasdikin.

Di heyama sê salan DAIŞê bajarokê Minbicê dagîrkirbû û çand û yasayên xwe weke dirêjkirina riya zilaman, wergirtina cilûbergên reş ji aliyê jinan li ser welatiyan cîbecîdikir, lê niha welatî vedgerin jiyana xwe ya normal dijîn.