ENKS: Divê Pêşmergeyên Roj bikarin derbasî Rojava bibin

Êrîşên rejîma Sûriyê şermezar kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê derbarê aloziyên bajarê Hesekê daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaza derbasbûna pêşmergeyên rojava bi zûtirîn dem kir.

Derbarê aloziyên bajarê Hesekê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir tê de, wiha got:Rejîma Sûriyê bi çekên giran û bi firokeya bajarê Hesekê bombebaran dike, di encam de bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûne û bûne qurbanî.

Di daxuyaniya xwe de ENKSê ew êrîşa rejîma Sûriyê li ser bajarê Hesekî şermezar kir û daxwaz kir ku rê ji pêşmergeyên roj re were vekirin daku derbasî Rojava bibin û hemû pêkhateyan biparêzin.

Ji aliyeke din ve ENKS daxwaza rawestandina şer kir û hêvîkir ku welatî bajar vala nekin.