Rûsya êrîşa li ser taxa El-Qatircî li Helebê redike

Navendên leşkerî li wê taxê nebûn.

K24-Navenda Nûçeyan

 Wezareta Bergiriya Rûsyayê redike ku wan êrîş birine taxa El-Qatircî li bajarê Helebê, da zanîn ku welatê wê taxên sivîlan ji xwe re nake armanc.

Derbarê vê mijarê Berdevkê Wezareta Bergiriya Rûsyayê Îgor Konaşinkof di kongireyek rojnamevanî de ragehand ku ew ti caran taxên sivîlan ji xwe re nakin armanc, tekez kir ku wan taxa El-Qatircî ya ser bi parêzgeha Helebê êrîş nekirye.

Ji aliyê xwe ve wênegirê wî zarokê binavê Umran ku wêneyê wî li cîhanê deng veda û belavbû aşkerekir ku piştî êrîşê li ser taxê wî wêneyên Umran girtibû.

Herwiha daxuyaniya Wezareta Bergiriyê diyar kir ku ew taxa bombekirî bi ser du kerîdorên wan ên berî niha ji welatiyên sivîl re vekirbûn daku ji navçeyên dorpêçkirî berkevin.