Li Hesekê şer berdewam e: 19e sivêlan canê xwe ji dest dane

Şerûpevçûn di navbera Asayîş û rejîmê de berdewam e.

K24-Hesekê

Li nêzîk bazara Xemîs li taxa El-Ezîziye ya bajarê Hesekê şerûpevçûn careke din di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û rejîma Sûriyê dest pê kir, di encam topbarana  rejîma Sûriyê li ser taxê 19e kesan canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Hesekê ragehand ku, rejîma Sûriyê taxa El-Ezîzîiyê dide ber topan di encam de 19e welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane, herwiha şerûpevçûn careke din di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û rejîma Sûriyê destpêkir ye.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku şerûpevçûn careke navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û rejîma Sûriyê berdewam e.

Ev sê rojin şer li bajarê Hesekê didome û bûye egera koçberiya bi dehan welatiyên Kurd ku ber bajarê Amûde û Qamişlo ve diçin.