Yildirim: Rûsya dikare Încirlîkê bikar bîne

Serokwezîrê Tirkyê eşkere kir, eger Rûsya bixwaze, ji bo operasyonên ser çekdarên DAIŞê dikare bingeha esmanî ya Încirlîkê bikar bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkyê eşkere kir, eger Rûsya bixwaze, ji bo operasyonên ser çekdarên DAIŞê dikare bingeha esmanî ya Încirlîkê bikar bîne.

Serokwezîrê Tirkyê Bînalî Yildrim, tekez kir ku hemû welatên din jî tevî Almanya, Qeter û Amerîka, eger bixwazin, ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, dikarin sûdê ji bingeha Încerlîkê ya esmanî werbigirin.

Yildirim amaje bi wê yekê jî kir, heya niha ti daxwaz ji aliyê Rûsyayê ve ji bo sûdwergirtina ji bingeha Încerlîkê ji bo encamdana operasyonan dijî çekdarên DAIŞê negihiştiye wan.