Li Kerkûkê Teqîn: 4 kes birîndar in
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Kerkûkê teqînek li taxa Wasit rûda û di encamê de 4 kes birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, li taxa Wasit ya Kerkûkê êrîşeke xwekujî mizgefteke Şîe (Huseyniye) armanc kir, di encamê de 4 kes birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê ragihand jî, ku hêzên ewlehiyê gihêştin cihê teqînê û birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.
Heta niha ti hûrgiliyên zelal nehatine ragihandin.