Ford bo Sûriyan: Çaverê nebin Obama we rizgar bike

Dawî Kunsulê Giştî yê Amerîka li Şamê Robert Ford rexne li siyasetên Serokê Amerîka Barak Obama di dosya Sûriyê de digire û ji Sûriyan re dibêje: “Çaverê me bin Obama we rizgar bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Dawî Kunsulê Giştî yê Amerîka li Şamê Robert Ford rexne li siyasetên Serokê Amerîka Barak Obama di dosya Sûriyê de digire û ji Sûriyan re dibêje: “Çaverê me bin Obama we rizgar bike.”

Robert Ford di hevdîtinekê de ligel “CNN” ragihand, ti komdengiyek li ser çawaniya danûstandin bi krîza Sûriyê re tune ye, bi vî awayî jî nikare bigihe çi rêkeftinekê.”

Ford amaje bi wê yekê kir, ku îdara Obama tekezî li ser şerê li dijî DAIŞê dike, tenê DAIŞ wek pirsgirêk dibîne, bi awayeyekî berfereh bi şerê navxweyî li Sûriyê re danûstandinê nake.

Ford got jî: “Tekeziya îdareya Obama ya kêmnêrîn li ser şerê DAIŞê û hêştina şerê navxweyî bê çareserî, tê wê wateyê ku Obama di rêya çareseriya leşkerî pirsgirêkeke siyasî çareser bike.”

Di beşeke din de Ford got: “Li hember îdareya Obama ne geşbîn im, divê Sûrî zanibin û bi taybetî jî bizîşkên Helebê ku çaverêyî îdareya Obama nebin ku bê û wan rizgar bike. Bi bawer im ev yek nabe.”