Çawişoglu: Emê sînorê xwe ji terorîstan baqij bikin

Çawişoglu Aşkere kir ku welatê wî cudahiyê nake di nabera PKK,YPG, DAIŞ û Cemaeta Fethula Gelen de, ji ber ku yek armancên wan hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu ragehand ku, welatê wî wê li ser şerê li dijî grûpên terorîst berdwam be, da zanîn jî ewê sînorê xwe ji DAIŞê baqij bikin.

Derbarê vê mijarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu di merasîma rêzlênan ji qurbaniyê teqînên vê dawîyê ku li Tirkiyê rûdayî ragehand ku, bila hemû endam û alîgirên wan girûpên terorî bizanin ku, Tirkiyê dê li ser şerê li dijî wan berdewam be û raneweste.

Çawişoglu da zanîn ku, ewê xaka Tirkiyê û sînorê wê ji wan çekdarên tund baqij bikin. Çawişoglu Aşkere kir ku welatê wî cudahiyê nake di nabera PKK,YPG, DAIŞ û Cemaeta Fethula Gelen de, ji ber ku yek armancên wan hene.